Makale 3: Bediüzzamanın nesayihi (Kürdçe)
Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi
Sayı: 1, Sayfa: 7
22 Teşrin-i sani 1324
5 Aralık 1908
Bediüzzaman Molla Saîd-i Kürdînin Nesâyihi
اى كلى كردان اتفاقيده قوت ، اتحادى ده حيات، دى براته ييده سعادت، حكومتى ده سلامت هه يه. كاپيكا اتحدى وشريطا محبتى قوى بكرين داوه ژبلايى خلاس كه.قنج كوهى خوابده نى ازى تشتكى ژورا ببيژم
هون بزانين كو، سه جوهرامه هه نه حفظا خواژمه دوخوازين، يك اسلاميت، كوهزار هزار خون شهيدانه بهاى وى دانه، ئه دوددوا انسانيت، كولازمه ام خوا نظرا خلقى ده بخدمتا عقلى، جواميرانى و انسانيتى اوخوا نشان دونى بدين. ئه سيسيان مليتامه يه، كو مزيتى دامه ئه برى كو بقنجى اوخوا ساغين: ام به كارى خوا بحفظا مليتا اوخوا روهه و ان قبرا و انده شادبكين
پشتى وى سه دوژمنى مه هه نه: مه خراب ديكين يك فقيرتى يه. چهل هزار حمال استانبيولى دليلى وى يه. ئه دوددان، جهالت و بى خواندنى، كوهزارژمه دا يك قازته نيكارين بخوانين، دليلا وى يه ئه سيسيان، دوژمنى و اختلافه كواڤ عداوت قوتامه ووندا ديكه. مه ژى مستحق تربيه ديكه و حكومت ژى ژبى انسافيا خوا ظلم لمه ديكير. كووه اوسه كر بزانين چارامه اوه: كو ام سه شور الماس بدست خوا بكرن، تاكو ام هرسه جوهرا خوه ژدست خوه هرسه دوژمنى خوا، سر خواراكن و شور اول معارف و خواندينه ئه دوددويان اتفاق و محبتا ملى يه، ئه سيسيان، انسانى بنفسا خوا شغلا خوا، بيكه و مينا سيفيلان ژقدرتا خلقى هيڤى نكه و پشتاخوا نده تى وصيتا پاشى خواندن، خواندن، خواندن و دست هڤ كيرتين، دست هڤ كيرتين، دست هڤ كيرتين
منلا سعيد
Ey gelî Kurdan!
Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas bike. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim:
Hûn bizanin ku sê, sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdane bihayê wê dane. Ê duduyan însaniyet, ku lazime em xwe di nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin. Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe sağin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan di qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminên me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixûnin delîlê wê ye. Ê sisiyan dujmintî û îxtilafe, ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsaftiya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir bizanin çareya me ev e: ku em sê şûrên elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherên xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminên xwe ji ser xwe rakin!. Û şûrê ewil me'arif û xwendine. Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuğla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Wesiyeta paşî; xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.
Mela Seîd
-------------
Latin harfi esaslı Kürdçe alfabeye çevirilmesi ve imlâ tashîhi: Yekbîn (Ö.B.)